Sê roketên Katiyûşayê li nêzikî balefirgeha Bexdayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315575-sê_roketên_katiyûşayê_li_nêzikî_balefirgeha_bexdayê_ketin
Fermandetiya hevpar a leşkerî ya Iraqê qala ketina sê roketên Katiyûşayê li nêzikî balefirgeha Bexdayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2020 15:26 Asia/Tehran
  • Sê roketên Katiyûşayê li nêzikî balefirgeha Bexdayê ketin

Fermandetiya hevpar a leşkerî ya Iraqê qala ketina sê roketên Katiyûşayê li nêzikî balefirgeha Bexdayê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Erkantiya ragihandinê ya Fermandetiya hevpar a leşkerî ya Iraqê roja Çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Hêzên ewlehiyê di lêgerîna li pey sebebkarên êrîşê, sekûyeke avêtina roketê li devereke gundî li rojavaya Bexdayê peyda kirin.

Di vê daxuyaniyê da tu amajeyek bi ziyanên canî yên ihtimalî nehatiye kirin.

Heta niha tu kes an komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe.