Komeke têrorîst li Rumadiya Iraqê hat jinavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315561-komeke_têrorîst_li_rumadiya_iraqê_hat_jinavkirin
Rêxistina ewlekariya leşkerî ya Iraqê qala jinavbirina komeke têrorîst li Rumadiya vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2020 07:23 Asia/Tehran
  • Komeke têrorîst li Rumadiya Iraqê hat jinavkirin

Rêxistina ewlekariya leşkerî ya Iraqê qala jinavbirina komeke têrorîst li Rumadiya vî welatî kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Rêxistina ewlekariya leşkerî ya Iraqê roja Sêşemiyê ragihand: Hêzên yekîneya dehem a ewlekariya leşkerî bi hevkariya hêzên artêşê, komeke têrorîst li gundên Esriye û Zenkûreyê yên Rumadiyê li rojavaya parêzgeha Enbarê nas kirin û ji nav birin.

Tevgera çeteyên mayî yên DAIŞê li Iraqê di mehên dawî da nemaze piştî terorkirina serdarên Berxwedanê di roja 3ê Çileya 2020an da ji aliyê hêzên amerîkî li nêzikî firokexaneya Bexdayê, zêde bûye.

Hêzên iraqî bi cihanîna hin operasiyonan li navçeyên vî welatî dixwazin ku koka çeteyên mayî yên DAIŞê li vî welatî biqelînin.