Li Iraqê di 24 saetên dawî de 85 kes bi Koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315548-li_iraqê_di_24_saetên_dawî_de_85_kes_bi_koronayê_ketine
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 5 hezar û 898 test hatine kirin û di encama wan de 85 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, hatine tespîtkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2020 20:23 Asia/Tehran
  • Li Iraqê di 24 saetên dawî de 85 kes bi Koronayê ketine

Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 5 hezar û 898 test hatine kirin û di encama wan de 85 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, hatine tespîtkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî zanyariyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 898 test hatine kirin, di encama wan testan de derketiye holê 85 kes bi koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku 27 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gor zanyariyên dawî heta niha li giştî Iraqê 2 hezar û 431 kes bi vîrusa Koronayê ketine, hezar û 571 kes baş bûne û 102 kesan jiyana xwe ji dest dane.