Dexil û danê cotyarên kurd ê sînorê Qeretepe hat şewitandin
May 05, 2020 17:12 Asia/Tehran
Îro 05.05.2020ê agir berdan bax û dexil û danê cotyarên du gundên kurdan ên li bajarokê Qeretepe ya ser bi qeza Xaneqînê.
Efserê îstixbaratê yê polîsê bajarokê Qeretepe Hikmet Behçet ji basnewsê re ragehand: ‘’Îro li du gundên Gaxor û Îbrahîm Semîn ku her du gund jî dikevin ser bi Qeretepê û agir berdan bax û dexil û danê cotyaran. Ji ber wê jî 45 donim pûş û dexil û danê cotyaran hat şewitandin.’’
Herwaha got: ‘’Li gor zanyariyan heta naha nediyar e kê agir li dexil û danê cotyaran berdaye û kes jî bi wê armancê nehatiya girtin.’’