Hizbullaha Iraqê: Tevgerên DAIŞê têkildarî planên amerîkî-siûdî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315502-hizbullaha_iraqê_tevgerên_daiŞê_têkildarî_planên_amerîkî_siûdî_ne
Berdevkê siyasî yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê got: "Tevgerên nû yên Koma têrorîst a DAIŞê li parêzgehên Iraqê têkildarî planên amerîkî û Siûdî ye."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2020 06:25 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Iraqê: Tevgerên DAIŞê têkildarî planên amerîkî-siûdî ne

Berdevkê siyasî yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê got: "Tevgerên nû yên Koma têrorîst a DAIŞê li parêzgehên Iraqê têkildarî planên amerîkî û Siûdî ye."

Mihemed Muheyî, Berdevkê siyasî yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê roja Yekşemiyê di gotûbêja bi IRNAyê ra tevî amajeya bi vêya ku amerîkî û siûdî jibo sepandina siyaseta xwe ya dilxwaz li ser Iraqê, çeteyên têrorîst ên DAIŞê vê dawiyê xistine tevgerê, got: "Ev tevger xweser nînin, belkî rêxistinên istixbaratî yên navneteweyîû navçeyî bi piştevaniya ji van têrorîstan, alîkariyên cûrbecûr ê istixbaratî û çekdariyê bo wan dabîn dikin."

Berdevkê siyasî yê Gurdanên Hizbullaha Iraqê rola Siûdiyan di pêkanîna dubare ya têrorîstên DAIŞ qirêj qirêj û mezin da zanîn û got: "Tevgerên DAIŞê bê-pêwendî digel tevgerên vê dawiyê yên komên xxerabker ên têkldarî qadên itirazê li Iraqê nîne ku hevdem digel DAIŞê, li hin bajaran tevgerên an ên xerabkariyê dest pê bûne."

Koma têrorîst a DAIŞ'ê di çend rojên bihurî da çend êrîşên têrorîstî li navçeyên bakur, rojhilat û rojavaya Iraqê pêk anîne ku hişyariya di demê da ya Heşda Şeibiyê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ev êrîş têk şikandine.