Saziyên Kerkûkê li hember metirsiya êrîşa DAIŞê hatin agahdar kirin
Li gor belgenameya ji hemû saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê re hatiye şandin metirsiya êrîşa li ser wan heye û DAIŞê heftiya borî jî êrîş kir ser binkeyê saziya îstixbarata Iraqê ya li Kerkûkê.
Li gor nivîseke ku ji fermangeha tenduristiya Kerkûkê re hatiye şandin û wêneyekî wê yê taybet jî ji BasNewsê re hatiye şandin de û ji hemû nexwaşên li nexwaşxaneyên bajarê re jî tê gotin ku gefa ewlehiyê heye li ser hemû saziyên hikûmetê yên li Kerkûkê û jê agahdar bin û tevdîrên ewlehiyê li nexwaşxaneyan tund bikin. Herwaha hemû ew otomobîlên ku tên nav nexwaşxaneyan bila bên kontrol kirin.
Heftiya borî du çekdarên DAIŞê li navenda bajarê Kerkûkê êrîş kirin ser binkeyê îstixbarata Iraqê yê Kerkûkê ku di encamê de kesekî xwe teqandibû û bibû sedemê birîndarbûna 6 kesan û çekdarê din jî bi cîheke ne diyar reviya bû.
Berî naha berpirsê baskê Kerkûkê yê Tevgera Hîkme Necat Husên ji basnewsê re ragehandibû, bi dehan şaneyên veşartî yên DAIŞê nav bajarê Kerkûkê de ne û deriyên bajar bo wan hatiye vekirin û rewşa ewlehiyê li sînorê parêzgeha Kerkûkê ne aram e.