Li Iraqê 77 kes bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315485-li_iraqê_77_kes_bi_koronayê_ketin
Wezareta Tendirustiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand di nava 24 saetên dawî de 5 hezar û 9 testên virûsa Koronayê hatine encaam daaan, di encamê de derket ku 77 kes bi virûsê ketine. Her wiha 17 kes jî baş bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2020 19:43 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 77 kes bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand di nava 24 saetên dawî de 5 hezar û 9 testên virûsa Koronayê hatine encaam daaan, di encamê de derket ku 77 kes bi virûsê ketine. Her wiha 17 kes jî baş bûn.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsa Koronayê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di nava 24 saetên dawî de 5 hezar û 9 testên virûsa Koronayê hatine çêkirin, di encamê de derket ku 77 kes bi virûsê ketine. Ji vana 55 kes li Bexda, 8 kes Besra, 5  kes li Kerkûk û kesek jî li Enbarê bi virûsê ketine.

Her wiha hate diyarkirin li Bexda û li Kerbelayê du kes ji ber virûsê mirine.

Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de 17 kesên bi virûsê ketibûn baş bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê heya niha li Iraqê 2 hezar û 296 kes bi virûsê ketine, 1 hezar û 490 kes baş bûne û 97 kes jî mirine.