Hevderdiya sefîrê Îranê yê li Bexdayê bi malbatên şehîdên Heşda Şebî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315470-hevderdiya_sefîrê_Îranê_yê_li_bexdayê_bi_malbatên_şehîdên_heşda_Şebî_ya_iraqê
Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî cinayeta sibeya roja şemiyê ya DAIŞê ya şehîdkirina ewladên Iraqê şermezar kir û xwe şirîkê derd û êşên malbatêên şehîdên Heşda Şebî da zanîn.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
May 03, 2020 09:49 Asia/Tehran
  • Hevderdiya sefîrê Îranê yê li Bexdayê bi malbatên şehîdên Heşda Şebî  ya Iraqê

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî cinayeta sibeya roja şemiyê ya DAIŞê ya şehîdkirina ewladên Iraqê şermezar kir û xwe şirîkê derd û êşên malbatêên şehîdên Heşda Şebî da zanîn.

Mescidî di Twitteke xwe de nivîsî: Cardin terorîstên dilreş ên DAIŞê cinayeteke din afirandin û hejmarek ji ewladên baş ên netewwê Iraqê şehîd kirin.

Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebî çeteyên DAIŞ sibeya roja şemê li parêzgeha Selahedînê ji aliyê Mikêşfiye, Tel Zenab, Yesrîb, Mitîbîce û Eldur a derdora Samarayê ve êrîşî hêzên Heşda Şebî kirin, di encama vê êrîşa terorîstî ya bi alîkariya Amerîkayê de 10 endaamên Heşdî Şebî şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hejmarek çeteyên DAIŞ'ê jî hatine kuştin û cenazeyên wan di cihên xwe de mane. 

Piştî vê cinayeta koma terorîst a DAIŞê yekîneyên operasiyona lezgîn, operasiyonek li dijî DAIŞê li navçê ji bo girtin û jinavbirina wan da despêkirin. 

Hewldanên terorîstî yên DAIŞê van mehên dawiyê li Iraqê ji ber pirsgirêkên pêkanîna dewleta nû û qeyrana Koronayê zêde bûne.