DAIŞê 2 leşkerên Iraqê kuştin
May 02, 2020 21:27 Asia/Tehran
Koma terorîstî ya DAIŞê li parêzgeha Diyale ya rojhilata Iraqê 2 leşkerên vî welatî kuştin.
Îşev li parêzgeha Diyale di encama du êrişên terorîstên DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Têkildarê êrişan Berdevkê Polîsên Diyalayê Nîhad Mihemed got; “Di encama teqîna bombeke çandî de li bajaroka Ozêm leşkerek jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. Her wiha li gundê Zaxîne li bajaroka Ebare jî di encama êrişek çeteyên DAIŞ’ê de leşkerek jiyana xwe ji destda.”