Li Iraqê 66 kes bi Koronayê ketin, 59 kes baş bûn
Wezareta Tendirustî ya Iraqê bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 854 testên vîrûsê hatine çêkirin. Di encamê de derket ku 66 welatî bi virûsê ketine. Her wiha kesek mir û 59 kes jî baş bûne.
Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Li gorî daxuyaniyê di 24 saetan de 2 hezar û 854 testên vîrûsê hatine çêkirin. Di encamê de derket holê ku 66 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji vana 35 kes li Bexda, 3 kes li Kerbela, 17 kes li Besra, li Wast,Kerkûk û Musena 3 kes, li Hewlêr 6 kes û li Selahedînê jî 2 kes bi virûsê ketine.
Her wiha hate gotin kesek li Bexda ji ber virûsê mir û 59 kes jî baş bûne.
Li gorî daxuyaniyê bi giştî 2 hezar 219 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar 473 kes baş bûne û 95 kes jî mirine.