Balyozê Îranê li Iraqê Hevderdiya xwe digel malbatên şehîdên Heşda Şeibiyê diyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315454-balyozê_Îranê_li_iraqê_hevderdiya_xwe_digel_malbatên_şehîdên_heşda_Şeibiyê_diyar_kir
Balyozê Îranê li Bexdayê tevî şermezarkirina cinayeta berbanga Şemiyê ya Koma têrorîst a DAIŞê ya şehîdkirina zarên Iraqê, hevderdiya xwe digel malbatên şehîdn Heşda şeibiyê diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2020 19:41 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Iraqê Hevderdiya xwe digel malbatên şehîdên Heşda Şeibiyê diyar kir

Balyozê Îranê li Bexdayê tevî şermezarkirina cinayeta berbanga Şemiyê ya Koma têrorîst a DAIŞê ya şehîdkirina zarên Iraqê, hevderdiya xwe digel malbatên şehîdn Heşda şeibiyê diyar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Îrec Mescidî, Balyozê Îranê li Iraqê li twitterê nivîsî: Careke din têrorîstên DAIŞê cinayetek pêk anîn û hejmareke zarên Iraqê şehîd kirin.

Di pevçûnên giran ên berbanga şemiyê ya hêzên Heşda şeibî digel çeteyên têrorîst û DAIŞî li navçeya Beledê û Mekîşfeyê li bakurê Tikrîtê û bakurê Samerayê li parêzgeha Selahedînê 10 kes ji hêzên Heşda Şeibî şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Hejmareke têrorîstan jî di van pevçûnan da birîndar bûn an hatine kuştin.

Li pey vê cinayetê, yekîneyên ewlehiyê yên Iraqê operasiyoneke berfireh a ewlehiyê jibo şopandin û serkutkirina çeteyên têrorîst ên DAIŞê li navçeyê destpê kirin.

Çalakiya şaneyên nihênî yên Koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê di mehên bihurî da ji ber pirsgirêkên siyasî yên ji ber damezirandina dewleta nû û qeyrana belavbûna Vîrûsa Koronayê li vî welatî zêde bûye.