Mescidî: Iraq welatekî serbixwe ye û hewcetî bi destwerdana kesî tune
Balyozê Îranê li Bexdayê bi gotina vêya ku Iraq welatekî serbixwe ye û hewcetî bi destwerdana kesî tune, destnîşan kir: "Amerîka dewsa hin îdiayan bila dawî li siyaseta boykot, gefxwarin û têrorê bîne."
Îrec Mescidî, Balyozê Îranê li Bexdayê roja Şemiyê li Twitterê wek berteka li hemberî îdiaya David Schenker Destyarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê derbarê destwerdana Îranê li karên Iraqê bi bîr xist: "Amerîka dewsa van derewan baştir e ku dawî li siyasetên xwe yên li ser esasa gefxwarin, boykot û têrorê bîne."
Mescidî destnîşan kir: "Iraq welatekî serbixwe ye û hewcetî bi destwerdana kesî tune"
Balyozê Îranê li Bexdayê beriya vêya jî hevdem digel danasîna Mistefa El Kazimî wek serokwezîrê nû yê Iraqê ragihand: "Komara Îslamî ya Îranê rêzê li rêzik, qanûn û pergala siyasî ya Iraqê digire û her kesek ku di pêvajoya qanûnî da û bi dengê baweriyê yê parlimana vî welatî wek serokwezîr were bijartin, Îran rêzê lê digire û pişta wî digire."
Mescidî bi gotina vêya ku balyozxaneya Îranê li Iraqê aliyê kom an partî, nijad û tevgereke taybet nagire, bi bîr xist: "Stratejiya siyasî ya Îranê li ser esasa rêzgirtin ali hemî civata Iraqê, hikûmet, dewlet û berpirsên vî welatî ye."