81 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315330-81_kesên_din_li_iraqê_bi_koronayê_ketin
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 4 hezar û 648 test hatine kirin û 81 kesên bi Koronayê ketine, hatine tespîtkirin. Her wiha du kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 19:24 Asia/Tehran
  • 81 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin

Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 4 hezar û 648 test hatine kirin û 81 kesên bi Koronayê ketine, hatine tespîtkirin. Her wiha du kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî zanyariyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 4 hezar û 648 test hatine kirin û testa Koronayê  ya 81 kesan pozetîv  derketiye. Her wiha du kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî baş bûne.

Li gor wan zanyariyên dawî li Iraqê heta niha hezar û 928 kes bi Koronayê ketine, ji wan 90 kesan jiyana xwe ji dest daye û 319 kes jî baş bûne.