Li Diyala û Kerkûkê 5 serbazên Iraqê hatin kuştin
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê aşkere kir, li parêzgehên Diyala û Kerkûkê 5 serbazan Iraqê hatin kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Di encama rûbirûbûna li gel çekdarên DAIŞê li gundê Mehbûbye ser bi qezaya Xan Benî Sedî li sînorê kerta Operasyonên Diyala, serbazekî ser bi Lîwaya 19 ya Piyade hat kuştin.”
Şaneya Ragihandina Emnî amaje bi wê kir, “Demildest hêzeke emnî gihişte cihê rûbirûbênê û di dema gihiştinê de, bombeyeke çandî li ser riya wê hêzê teqiya ku di encamê de 3 serbazên din jî canê xwe ji dest dan û efser û serbazek jî birîndar bûn.”
Herwiha li sînorê kerta Fermandariya Operasyonên Hevbeş li parêzgeha Kerkûkê, ji ber teqîna paşmayek çekdarên DAIŞê li navça Tiwêlle ser bi bajarokê Dubiz, polîsekî Lîwaya 4 a komandoya polîsê Federalî birîndar bû, tevî kuştina polîsekî firqeya 5 a polîsê federalî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li navçeya Miryem Beg li nahiyeya Reşad hejmara leşkerên iraqî yên hatine kuştin bû 5 kes.”