Li Kerkûkê êrîşa xwekujî li dijî Saziya Istixbaratê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315320-li_kerkûkê_êrîşa_xwekujî_li_dijî_saziya_istixbaratê
Li Kerkûkê îro li dijî Saziya Istixbaratê ya wê parêzgehê êrîşeke xwekujî pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 11:09 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê êrîşa xwekujî li dijî Saziya Istixbaratê

Li Kerkûkê îro li dijî Saziya Istixbaratê ya wê parêzgehê êrîşeke xwekujî pêk hat.

Li gor nûçeya Rûdawê li Kerkûkê, 3 kesên xwekuj îro êrîşî Saziya Îstixbaratê li Kerkûkê kirine.

Derbarê êrîşê de û hejmara kuştî û birîndaran de hêj ti zanyariyên zelal nehatiye zanîn.

Hejmareke mezin a hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ber baregeha Saziya Îstixbaratê amade bûne û derdora avahiyê û cihên nêzîk bi temamî dorpêç kirine.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, 2 kesên xwekuj xwe li nav avahiya Saziya îstixbarata Kerkûkê teqandine, lê kesê sêyem hêj maye û hêzên ewlehiyê hewl didin, wî bigirin.