Berpirsekî DAIŞ’ê hate girtin
Nîsan 28, 2020 03:56 Asia/Tehran
Şaneya Cengê ya Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand hêzên ewlehiyê li sinorê parêzgeha Selahedînê berpirsê beşa bidarvekirinê ya terorîstên DAIŞ’ê girtin.
Şaneya Cengê ya Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand di operasyonek taybet de berpirsekî DAIŞ’ê ku karê wî di nava DAIŞ’ê de bidarvekirina welatiyan bû, li bajaroka Duceylî ya ser bi Selahedînê girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji aliyê fermandariya operasyonên Samara ve li ser rêya giştî ya bajaroka Duceylî di encama kemînekê de çeteyê ku di nava rêxistina DAIŞ’ê de berpirsê komîsyona bidarvekirinê bû hate girtin.