Li Iraqê 57 kesên din bi Koronayê ketine
Nîsan 26, 2020 21:43 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 3 hezar û 74 test hatine û ji wan 57 test pozîtîf derketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî nexweşiya vîrusa Koronayê zanyariyên dawî eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama 3 hezar û 74 testên di 24 saetên dawî de hatine kirin, derketiye holê ku 57 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Her wiha hat destnîşankirin ku li Bexda welatiyek ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê din ve di 24 saetên dawiyê de 39 kes jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor zanyariyên dawî li Iraqê heta niha hezar û 820 kes bi Koronayê ketine. Ji wan 263 kes baş bûne û 87 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.