Agir bi dexl û danên kurdan li deşta Uzêr ya Xurmatû ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315255-agir_bi_dexl_û_danên_kurdan_li_deşta_uzêr_ya_xurmatû_ket
Agir bi zeviyên genim yên deşta Uzêr ya bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 10:20 Asia/Tehran
  • Agir bi dexl û danên kurdan li deşta Uzêr ya Xurmatû ket

Agir bi zeviyên genim yên deşta Uzêr ya bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Şeva borî agir bi dexl û dan û zeviyên genim yên deşta Uzêr ya bajarê Xurmatû ket. Ew zeviyên ku agir pê ketine, hemû yên kurdan in. Ew cihê ku agir pê ketiye, nêzîkî zeviyên devera Qeretepe ye jî ji ber wê jî tirsa wê heye ew agir derbasî zeviyên wir jî bibe.

Serokê berê yê encumena nahiya Cebare ya Xaneqînê, Şukur Mihemed ji BasNewsê re got, mixabin agir bi wê deştê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin. Ji ber ku tîmên vemirandina agir nînin li vê deverê. Çend sal in em daxwaza danîna binkeyeka vemirandina agir dikin, lê heta niha daxwaza me bicîh nehatiye.

Şukur Mihemed her wiha got, ev çend sal in agir bi zevî û dexl û danên cotkarên deverên Kurdî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dikeve. Par gelek zevî û berhemên cotkarên vê deverê şewitîn.

Berpirsên Iraqî vê yekê davêjin stûyê DAIŞê.