Li devera Şareban ya Diyale 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Nîsan 26, 2020 08:31 Asia/Tehran
Li devera Şareban ya parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, derengiya şeva borî li rojhilatê parêzgeha Diyale çekdarên DAIŞê bi çekên qenas du polîsên Iraqî birîndar kirin.
Nîhad Mihemed her wiha da zanîn, hêzên dijî teror yên Iraqê jî duhî li deverên Şareban û Seidiye 5 çekdarên komaa terorîst a DAIŞê kuştin.