Li Iraqê 55 kes bi virûsê ketin, 20 kes jî baş bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315243-li_iraqê_55_kes_bi_virûsê_ketin_20_kes_jî_baş_bûn
Wezareta Tendirûstî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir di nava 24 saetên dawî de ji hezar û 104 testên ku hatin çêkirin, testa 55 welatiyan pozitif derketiye û 20 kes jî baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 04:13 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 55 kes bi virûsê ketin, 20 kes jî baş bûn

Wezareta Tendirûstî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir di nava 24 saetên dawî de ji hezar û 104 testên ku hatin çêkirin, testa 55 welatiyan pozitif derketiye û 20 kes jî baş bûne.

Wezareta Tendirûstî ya Iraqê têkildarî zanyariyên dawî yên virûsa Koronayê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di nava 24 saetên dawî de 1104 testên  virûsê hatine çêkirin. Di encamê de testa 55 welatiyan pozitif derket. Ji vana 33 kes li Bexda, 12 kes li Besra, 2 li Musena,3 li Zîqar, 4 kes li Dihok û Silêmanî, kesek jî li Hewlêrê bi virûsê ketine.

Li gorî heman daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 20 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin heya niha li Iraqê 1763 kes bi virûsê ketine, 86 kes mirine, 1224 kes jî baş bûne