Biryara ragirtina geştên esmanî yên Iraq û herêma Kurdistanê hat dirêj kirin
Nîsan 24, 2020 11:25 Asia/Tehran
Desteya balefirvaniya sivîl a Iraqê bi daxuyaniyekî ve aşkera kir, biryar hatiye dayîn ku hemû geştên balefirî yên ji Iraqê bo derveyî welat û ji derveyî welat ve bo Iraqê ragirtina wan hatiye dirêj kiri
Li gor heman daxuyaniyê dema ragirtinê heta 22.05.2020ê dê berdewam be û ew biryar hemû balefirgehên Iraqê û herêma Kurdistanê digre navxwe û heta dema hatî diyar kirin jî ti geşteke esmanî nayê kirin.
Berî naha jî desteya balefirvaniya sivîl a Iraqê biryara ragirtina hemû geştan bo heta roja 23.04.2020ê dabû.