Tenduristiya Iraqê: 46 kes bi Koronayê ketin, 25 kes baş bûn
Nîsan 23, 2020 16:57 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê 46 kesên din jî bi Koronayê ketine, 25 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî zanyariyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê daxuyaniyek da.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de 2 hezar û 2 test hatine kirin, di encama wan de 46 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin û li gel vê 25 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku li Iraqê heta niha hezar û 677 kes bi Koronayê ketine, ji wan 83 kes mirine, hezar û 171 kes jî baş bûne.