Li Diyala teqîn: 5 leşker birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315145-li_diyala_teqîn_5_leşker_birîndar_bûn
Li parêzgeha Diyala bombeya ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin teqiya û 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2020 03:56 Asia/Tehran
  • Li Diyala teqîn: 5 leşker birîndar bûn

Li parêzgeha Diyala bombeya ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin teqiya û 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, îro li nêzî navçeya Narîn ku dikeve bakur rojhilatê parêzgeha Diyala, dema karwanê leşkerî yê Iraqê derbaz dibû, bombeya ku ji berê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye di hefteyên dawiyê de li gelek deverên Iraqê tevger û êrişên terorîstên DAIŞ’ê zêde bûne. Duh jî di encama çend êrişên cûda de 5 kes ji welatî û leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.