Li Selahedînê 14 terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin
Şaneya îstîxbaretê ya Iraqê ragihand ku balafirên artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedîn cihên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirine. Hate gotin ku di encama êrîşê de 14 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya şaneya îstîxbaretê ya Iraqê, duh Iraqê bi balafirên şer dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn. Çavkaniyê ragihand ku balafiran li girava Ebdulezîz a dikeve robarê Dîlce ya rojavayê bajarokê Dorî ya ser bi Selahedînê, cihên çeteyên DAIŞ’ê kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 3 cihên çeteyên DAIŞ’ê bi temamî hatine têkbirin û 14 çete jî hatine kuştin.
hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlehiya Iraqê roja şemê 18 nîsanê operasiyonek li devera El-Taarimiye ya bakurê Bexdayê li dijî çeper û sengerên DAIŞê pêk anîn ku di encama wê de jî gelek terorîst ji wan serkirdeyekî DAIŞê bi navê Ebû Hefese haat kuştin. Hêzên Ewlehiya Iraqê roja berî vê jî serkirdeyekî din ê DAIŞê li parêzgeha Neynewayê kuştin.