Kuştina heşt serkirdeyên DAIŞê li encama operasyona El-Nesr 2 ya hêzên iraqî
Fermandetiya operasyona Heşda Şebî ya Iraqê li bara kuştina heşt serkirdeyên terorîstên DAIŞê û têkbirina 12 veşartgehên wan li operasyona El-Nesrê 2 agahî da.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Fars Newsê, Yilmaz Necar fermandê operasyona Heşda Şebî ya Iraqê li mêhwera bakur got: Ev operasyona li anvça Wadî şayê ya parêzgeha Kerkûkê û bi beşdariya hêzên Heşda Şebî û artêşê bona paqijkirina vê anvçê ji endamên mayî yên DAIŞê cih hatiye.
Hêza hewayî ya artêşa Iraqê heftiya buhurî jî piştî ku êrişên berdewam ên paşmayyên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê zêde bû, meqerên wan bombebaran kir.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê, hîn hejmareke zêde ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî de mane û bi awayê perrate êrişên terorîstî cih tînin.