Sêyemîn barê alîkarîyên Çînê jibo girtina pêşîya Koronayê dê sibê bigihêje Iraqê
Nîsan 19, 2020 11:51 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku sibê ango Duşemê yê Sêyemîn barê alîkarîyên Çînê jibo girtina pêşîya Koronayê bigihêje Bexdayê.
Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku dewleta Çînê heta nika 2 barên alîkarîyên jibo girtina pêşîya belavbûna vîrûsa Koronayê ku dermîn û alavên pişzişkî digirin ber xwe jibo Bexdayê şandine û biryar e ku sibê jî bare sêyem bigihêje Iraqê.