Bi zûdî wê Kazimî lîsteya kabîneya xwe bişîne parlementoyê
Namzetê serokwezîriya Iraqê Mistefa Kazimî hewl dide beriya meha Remezanê kabineya hikûmeta Iraqê ava bike û ligel aliyên Sunne û Şîe li ser berbijêr û wezaretan rêketiye.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mistefa Kazimî dixwaze kabineya nû ku ji wezîrên nû pêkhatiye beriya meha Remazanê pêşkeşî parlemanê bike.
Herwiha Mistefa Kazimî bo wê mebestê daxwaz kiriye ku ji sê wezîrên kurd du bêne guhertin û heta îro yekşemê 19ê Nîsana 2020an bi awayekî fermî navê wezîrên nû bên pêşkeşkirin.
Herwiha li gor zanyariyan, kabineya nû ya Kazimî ji 22 wezaretan pêk tê ku 11 wezaretan dide aliyê Şîe ji wan jî wezareta navxwe, wezareta petrolê, wezareta derve û wezareta perwerdeyê ye. JI wan jî 3 ji bo hevpeymaniya bi serokatiya Hadî Amirî û 3 ji bo hevpeymaniya Saîrun a bi serokatiya Muqteda Sedir tê dayîn.
Ji bo aliyên Sunne jî 6 wezaret hatine destinîşankirin di nav wan de wezareta berevanî û wezareta xwendina bilind hene. JI wan 6 wezaretan 4 bo hevpeymaniya hêzên bi serokatiya Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî tê dayîn.