Parlemana Iraqê ji dewletê xwest pergala berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê bikire 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315028-parlemana_iraqê_ji_dewletê_xwest_pergala_berevaniyê_ya_s_400_ji_rûsyayê_bikire
Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê bi fermî ji dewleta Iraqê xwest pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 ji Rûsyatyê bikire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 05:18 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê ji dewletê xwest pergala berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê bikire 

Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê bi fermî ji dewleta Iraqê xwest pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 ji Rûsyatyê bikire.

Bedir El-Ziyasî endamê Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê ragihand ku vê komîsiyonê piştî lêkolînên tam û tekûz daxwaza kirîna pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 ji Rûsyatyê bi fermî raberî serokwezîr kiriye.

El-Ziyadî got: Lêkolînên tam û tekûz derbarê kirîna pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 bi beşdariya fermandeyêên derecebilind ên leşkerî cih htine û niha kirîna wan maye ser fermana serokwezîr.

Vî endamê Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniya Parlemana Iraqê herwiha got: Bê şik dayîna biryarê derbarê kirîna pergala S-400 ji Rûsyayê piştî pêkhatina dewleta nû, pêkane.

El-Ziyadî di dewamê de got: Hedef ji raberkirina vê daxwazê ji dewleta Iraqê, bihêzkirina pergala berevaniyaa welêt e.