Parlemana Iraqê ji dewletê xwest pergala berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê bikire
Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê bi fermî ji dewleta Iraqê xwest pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 ji Rûsyatyê bikire.
Bedir El-Ziyasî endamê Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê ragihand ku vê komîsiyonê piştî lêkolînên tam û tekûz daxwaza kirîna pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 ji Rûsyatyê bi fermî raberî serokwezîr kiriye.
El-Ziyadî got: Lêkolînên tam û tekûz derbarê kirîna pergala berevaniya li dijî mûşekan a S-400 bi beşdariya fermandeyêên derecebilind ên leşkerî cih htine û niha kirîna wan maye ser fermana serokwezîr.
Vî endamê Komîsiyona Ewlekarî û Berevaniya Parlemana Iraqê herwiha got: Bê şik dayîna biryarê derbarê kirîna pergala S-400 ji Rûsyayê piştî pêkhatina dewleta nû, pêkane.
El-Ziyadî di dewamê de got: Hedef ji raberkirina vê daxwazê ji dewleta Iraqê, bihêzkirina pergala berevaniyaa welêt e.