Endamekî Rêxistina Bedrê:Hêzên me amade ne li baregehên Tirkiyê li Iraqê xînin
Endamekî Rêxistina Bedrê bi serokatiya Hadî Amêrî, diyar kir wan nerazîbûna xwe ji Wezareta derve ya Iraqê li bara destdirêjiyên hikûmeta Tirkiyê ser axa Iraqêre ragehandine û gotine ku hêzên ewlehiyê tam amade ne li hember Tirkiyê rawestin û li baregehên wan bixin.
Ûdey Şeilan, endamê Rêxistina Bedrê li bara êrişên Tirkiyê ser Zînî Wertê û kampa Mexmûrê ragehandiye ku êrişên Tirkiyê ser axa Iraqê şermzar dikin û ya ku Tirkiye dike destdirêjiya ser axa Iraqê ye vêca em wek nunerê gelê Iraqê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Wezareta derve dikin ku bila rêziknamên qanûnî berçav bigrin.
Wî her wiha diyar kir: Ger ew êriş dubare bibin ew dê bi tundî bertekê nîşan bidin.
Endamê Rêxistina Bedrê her wiha dibêje bila hemî agehdar bibin ku hêzên me yên ewlehiyê amade ne li baregehên Tirkiyê li nava Iraqê xînin.
Duh her wiha Yusra Receb parlemanterê iraqê diyar kir Wezareta derve ya Iraqê banî balyozê Tirkiyê li Bexdayê kiriye û bi fermî nerazîbûna iraqiyan li bara destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Iraqê ji wî re ragehandine.