Serkirdeyekî DAIŞ’ê li bakura Bexdayê hat kuştinê
Nîsan 18, 2020 03:59 Asia/Tehran
Navenda Feramandetîya Opêrasyona Bexdayê ragihand: Serkirdeyekî DAIŞ’ê li bakura Bexdayê hat kuştinê.
Navenda Feramandetîya Opêrasyona Bexdayê şeva buhurî di daxûyanîyekê de ragihand ku hêzên emnî duh karîn Ebûhefse Berpirsê Leşkerî yê DAIŞ’ê li devera Al Musennayê li bakura Bexdayê bikujin.
Di dewama daxûyanîya Navenda Feramandetîya Opêrasyona Bexdayê de hatîye ku ew serkirdê koma têrorîst a DAIŞ’ê li gundê Elbo Ebdo ser bi bajarê Tarimîyê ket kemîna hêzên emnî û hat kuştinê.