Opêrasyona Ibatl ul Nesrê ya Heşdi Şeibîyê li Al Anbarê bi dawî hat
Nîsan 18, 2020 03:50 Asia/Tehran
Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibîyê ragihand ku opêrasyona hêzên wê ser nave Opêrasyona Ibtal ul Nesrê bi awayekî erkevtî li parêzgeha Al Anbarê bi dawî hat.
Heşdi Şeibîyê tevî ragihandina kutabûna serkevtî ya Opêrasyona Ibtal ul Nesrê (Lehengên Serketinê) bi bîr xist ku hêzên Heşdi Şeibîyê armancên kivşkirî di wê opêrasyonê da bi dest xistin.
Rêxistîya Heşdi Şeibîyê bi hevkarîya Artêşa Iraqê ji berbanga Pêncşema hefteya buhurî va Opêrasyona Ibtal ul Nesrê li deverên rojava û başûra rojavaya parêzgeha Al Alnbarê bi armanca dabînkirina ewlehîya sînorên rojavaya Iraqê û çolên başûra rojavaya parêzgeha Al Anbarê destpê kirin.