Îraq gazî balyozê Tirkiyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314975-Îraq_gazî_balyozê_tirkiyê_dike
Wezareta Derve ya Îraqê ragehand, balyozê Tirkiyê li Îraqê dê gazî bike û nameyeka nerazîbûnê radestî wî bike. Ev jî piştî wê yekê dihêt ku firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampa Mexmûrê li sinûrê parzêgeha Neynewa kirin armanc û zîyanên canî û malî jê çêbûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2020 11:32 Asia/Tehran
  • Îraq gazî balyozê Tirkiyê dike

Wezareta Derve ya Îraqê ragehand, balyozê Tirkiyê li Îraqê dê gazî bike û nameyeka nerazîbûnê radestî wî bike. Ev jî piştî wê yekê dihêt ku firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampa Mexmûrê li sinûrê parzêgeha Neynewa kirin armanc û zîyanên canî û malî jê çêbûn.

Di vî warî de, Ehmed Sehaf, Berdevkê Wezareta Derve ya Îraqê ragehand: Ew bi tundî wê hêrişa firokeyên Tirkiyê bo ser kampa Mexmûrê şermazar dikin ku zîyanên canî û malî jê çêbûne.

Ji alîyekê din ve, li gor Ajansa Nûçeyan a Iraqê (WAI) fermandeyê operasyonên hevpişik ê Îraqê, ew hêrişa Tirkiyê bo ser Kampa Mexmûrê binpîkirina serwerîya asmanê Îraqê da zanîn û tekez kir, evê hêrişê bi tundî şermezar dikîn.

fermandeyê operasyonên hevpişik ê Îraqê herwiha ragihandîye: Îraq bi hemû şîyana xwe amade ye bo kontirolkirina rewşa ewlehîyê li ser sinûrê hevpişik ligel Tirkiyê.