Li baregeha DAIŞê ya Kerkûkê çekên amerîkî hatin dîtin
Nîsan 16, 2020 14:10 Asia/Tehran
Fermandarekî Heşda Şeibiyê ya Iraqê qala vedîtina çekên amerîkî li baregehên koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê kir.
Li gorî Tasnim Newsê, Elî Hisênî, Fermandarekî Heşda Şeibiyê ya Iraqê îro Pêncşemiyê bi gotina vêya ku artêşa Amerîkayê hema wisa piştevaniya xwe ji têrorîstan li Iraqê bi riya pergalkirina wan bi cûreyên çekan didomîne, got: Ev çek têkilliya Azmerîkayuê bi komên têrorîst ra û piştevaniya ji wan jibo alozkirina navçeyê ye.Hisênî got: heşda Şeibiyê li baregehên çeteyên DAIŞê li başûr û rojavaya parêzgeha Kerkûkê gellek topên hawanê dîtine ku nîşan dide têrorîst van amûrên şêrr û çekên amerîkî jibo êrîşa ser gel bi kar tînin.