Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê: Tirkiyê serweriya Iraqê binpê kiriye
Fermandetiya operasiyona hevpar a Iraqê bi daxuyaniyekê, kiryara Tirkiyê ya bombebarana bakurê wî welatî wek binpêkirina qada esmanî û serweriya Iraqê da zanîn.
Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê roja Çarşemiyê ragihand ku di êrîşa firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê ser malbatên awareyan li nêzikî bajarê Mexmûrê li bakurê Iraqê, 3 jin hatin kuştin.Li gorî rapora Fars Newsê, Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê îro Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê, êrîşên esmanî yên Tirkiyê ser bakurê Iraqê û kuştina awareyan li nêzikî Mexmûrê şermezar kir û ragiuhand ku ev kiryara handêr li dijî sozên têkildarî xala cînaretiya baş û lihevkirinnameyên navneteweyî ye û binpêkirina aşkira ya yekparçetiya axa Iraqê tê zanîn.Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê ragihand: Divê ev destdirêjî bi armanca rêzgirtina berjewendiyên hevpar ên du welatan bên rawestandin û êdî neyên dubarekirin.