Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ser bakurê Iraqê hat têkşikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314952-Êrîşa_çeteyên_daiŞ'ê_ser_bakurê_iraqê_hat_têkşikandin
Êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê ser du gundan li Kerkûkê li bakurê Iraqê bi hişyariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê hat têkşikandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2020 11:19 Asia/Tehran
  • Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ser bakurê Iraqê hat têkşikandin

Êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê ser du gundan li Kerkûkê li bakurê Iraqê bi hişyariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê hat têkşikandin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Fars Newsê, Seid Herbiye Fermandarê baregeha operasiyona hevpar a Iraqê roja Pêncşemiyê got: Di êrîşa çeteyên DAIŞê ser gundên Xebaze û Mensûreyê li başûrê rojavaya Kerkûkê, çeteyek hat birîndarkirin û yekî din hat dîlgirtin.Herbiye her wiha got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di amadetiya tam da ne û rewş li Kerkûkê aram e.

Hin çavkaniyên medyayî jî ragihandin ku di êrîşa çeteyên têrorîst ên DAIŞê li ser rawestgeheke Polîsê Iraqê li başûrê rojavaya Kerkûkê Polîsek Iraqê hat kuştin û dudiyên din birîndar bûn.