Şandeya Leşkerî ya Iraqê der barê êrîşa li Kampa Mexmûrê daxuyanî da
Şandeya Leşkerî Iraqê têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê daxuyanî da û diyar kir: Di êrîşa dewleta Tirkiyê de 2 jin hatine şehîd ketine. Li gor agahiyên dawî jî jineke din a bi giranî birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Tirkiyê bi balafirên bêpîlot (SÎHA) duh saet 13:10’an sivîlên li Kampa Penaberan a Mexmûrê kirin armanc.
Hate ragihandin di êrîşê de 2 jinên sivîl dema ji bêriyê dihatin li cihê bûyerê hatin kuştin û jina din jî bi giranî birîndar bû û ew gihandin nexweşxanê lê tevî hemû hewlên dixtorî wê jî jiyana xwe ji dest da.
Şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk tê, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê şandeyê têkildarî kuştin û birîndarkirina sivîlan girtename nivîsandin.
Li dû serdanê li ser navê Şandeya Ragihandina Ceng a Iraqê daxuyaniyek hat weşandin û hat ragihandin ku di êrîşê de 2 jin şehîd ketine.