Zêdekirina dema qedexetiya hatûçûnê li Iraqê heya meha Rojiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314942-zêdekirina_dema_qedexetiya_hatûçûnê_li_iraqê_heya_meha_rojiyê
Li Iraqê di çarçoveya tedbîrên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, qedexeya derketina derve hata meha rojiyê hate dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2020 06:16 Asia/Tehran
  •  Zêdekirina dema qedexetiya hatûçûnê li Iraqê heya meha Rojiyê

Li Iraqê di çarçoveya tedbîrên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, qedexeya derketina derve hata meha rojiyê hate dirêjkirin.

Erkana Kontrolkirina Koronayê li Iraqê duh biryar da, ku qedexeya derketina derve li seranserî wî welatî heya 27 Nîsanê anku desplka meha Remezanê bê dirêjkirin.

Erkana Kontrolkirina Koronayê li Iraqê ji 17 Adarê heya niha çend caran biryar daye ku qedexeya derketina derve were dirêjkirin.

Ragihandina dirêjkirina qedexeya derketina derve di demekê de ye, ku hejmara tûşbûyên bi Koronayê li Iraqê bi awayekê berdewam zêde dibe.

Wezareta Tendirustiya Iraqê herî dawî ragihandiye, heta niha 1415 kes li Iraqê tûşî vîrusa Koronayê bûne ku 79 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor bîlançoya herî dawiyê heya niha zêde ji 2 milyon û 28 hezar kes li cîhanê bi vîrûsa Koronayê ketine ku ji wan 495 hezar kes baş bûne û ji nexweşxanê vegeriyana malên xwe û zêde ji 129 hezar kes jî jiyana xwe ji dest dane.