Hevpeymaniya Fathê: Kurda şertên giran bo danûstandina tev Kazimî danîne
Hevpeymaniya Fathê ragehand Şertên ku kurdan bo danûstandina bi Mistefa Kazimî serokwezîrê rasipartî re danîne yanê cihanîna xala 140` an û zêdekirina para Herêma Kurdistanê bo sedî 17, nayê cihanîn.
Henîn Qedo, parlemanterê Hevpeymaniya Fathê li daxûyaniyekê de diyar kir: Danûstandin û gotûbêjên Mistefa Kazimî li bara pêkanîna kabîna teze destpê bûne û ji niha va li ser navê berbijaran kar dikin.
Parlemanterê hevpeymnaiya Fathê teqez kir ku mercên hanê ji ber ku ziyanê dighînin welêt zehmet e cih bên, loma renge Kazimî wisa rehet nekarbe kabîna xwe pêk bîne.
Roja duşemiyê Meyade Necar parlemnatera PDK li encumena nuneran a Iraqê ragehand ku dengdana komên kurdstanî bo kabîna Mstefa Kazimî serokwezîrê rasipartî girêdayî bi çend şertan e ku ya herî giring cihanîna xala 140 `an e û dosiya pêşmerge û neftê û pişka kurdan ji bûdcê û pşka kurdan li wezaretan.