Wezîrê Neftê yê Iraqê: Divê Herêm asta derxistina neftê kêm bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314928-wezîrê_neftê_yê_iraqê_divê_herêm_asta_derxistina_neftê_kêm_bike
Li dû lihevkirina OPEC`ê divê Iraqê ji destpêka Adarê va berhemanîna neftê kêm bike û wezîrê neftê yê Iraqê jî dibêje: Ev biryara Herêma Kurdistanê jî digre ber xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2020 13:01 Asia/Tehran
  • Wezîrê Neftê yê Iraqê: Divê Herêm asta derxistina neftê kêm bike

Li dû lihevkirina OPEC`ê divê Iraqê ji destpêka Adarê va berhemanîna neftê kêm bike û wezîrê neftê yê Iraqê jî dibêje: Ev biryara Herêma Kurdistanê jî digre ber xwe.

Samir Qezban, wezîrê nerftê yê Iraqê ragehand ku ji yekê Adarê va Iraqê bi qasî sedî 22.8 berhemanîna neftê dê kêm bike. 

 Wî her wiha got: Derhat ji asta berhemanîna neftê giringtir e û zêdekirina berhemanî li gel kêmbûna nirxê tu sûda xwe tine, bi viya  jî hemî alî dê zirarê bikin. 

Samir Qezban her wiha diyar kir ku kêmkirina asta berhemanîna nefta Herêma Kurdistanê jî digre ber xwe û ragehand ku pişka Iraqê li berhemanîna nefta OPECê beşa ku li Herêma Kurdistanê berhem tê jî digre ber xwe. 

 Wî her wiha diyar kir di çend rojên derbasbûyî de bi Herêma Kurdistanê re peywendiya wan hebûye liser vê meselê û biryar e van rojana şandeka Herêmê Kurdistanyê Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê bike.