23 terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê li Iraqê diyar kir: Piştî êrişa koma terorîst a DAIŞê ser polîsê Iraqê li parêzgeha Kerkûkê, hêzên ewlehiya vî welatî bi alîkariya hêza Hewayî êrişî terorîstên DAIŞê kirin û 23 terorîst kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê li Iraqê diyar: ev terorîstên DAIŞê di encama operasiyona hêzên ewlekariyê de li devera Wadî el-Şamê ya parêzgeha Kerkûkê hatine kuştin.
Operasiyona hêzên iraqî ji bo dorpêçkirina veşargeha terorîstan li devera Wadî el-Şamê ya parêzgeha Kerkûkê bi piştgiriya hêza hewayî ya artêşê pêk hatiye.
Piştî saetên nîvro çeteyên DAIŞ’ê li gundê Xêde yê bajaroka Daquq a ser bi Kerkûkê 4 polîsên Iraqê revandin. Piştre şer dinavbera hêzên Iraqî û çeteyên DAIŞ’ê de derket.
Duh saet 13:00’an terorîstên DAÎŞ’ê 4 leşkerên Iraqî li bajarokê Daqûq ê dikeve başûrê Kerkûkê revand û şûnde, hêzên Iraqî û Heşdî Şebî ji bo dîtina van leşkeran li herêmê dest bi tevgerê kir.
Dema ku lêgerîn li gundê Smaqe Sufla dom dikir li vir çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser hêzên Iraqî ku di encamê de 3 polîsên federal ên Iraqî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve hin çavkaniyan diyar kirin ku 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin û 11 jî birîndar bûne û di encaamaa vê operasiyonê de jî 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuşin.