Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 saetên burî ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314883-wezareta_tenduristîya_Îraqê_amara_24_saetên_burî_ragihand
Wezareta Tenduristîya Îraqê di beyannamekê de amara Koronayê di 24 saetên bûrî de yên tûşbûn, mirin û başbûnê belav kir. Li gor wê amarê di şev û rojekê de, 26 haletên nû yên ketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2020 04:40 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristîya Îraqê amara 24 saetên burî ragihand

Wezareta Tenduristîya Îraqê di beyannamekê de amara Koronayê di 24 saetên bûrî de yên tûşbûn, mirin û başbûnê belav kir. Li gor wê amarê di şev û rojekê de, 26 haletên nû yên ketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Herweha Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehandiye, 2 kesan jî canê xwe ji dest dane û 77 haletên çêtirbûnê hebûne li seranserî Îraqê û Herêma Kurdistanê .

Li gor Wezareta Tenduristîya Îraqê, hejmara tevaya Tûsbûyan li Îraqê gehişte 1378 haletan û hevdem 78 kesan jî canê xwe ji dest dane herweha 717 kes jî bi temamî çêtirbûne .

Herweha Dilovan Mehemed Fatih Celal, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand 22 tûşbûyên koronayê li Hewlêr çêtirbûn.

Di ragehandinekê de, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, ew kesên hanê çareserî wergirtine û pişkinîna taybet bo wan hatîye kirin û encam nerênî bûye, lew vegerîyan malên xwe.

Xoya jî kir, hejmara tevay çêvebûyan ji vîrûsa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê gehişte 74 kesan.