Komên siyasî yên Iraqê jibo damezirandina Kabîneya dewletê hevkarî dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314873-komên_siyasî_yên_iraqê_jibo_damezirandina_kabîneya_dewletê_hevkarî_dikin
Mistefa El Kazimî, Memûrê damezirandina Kabîneya dewleta Iraqê razîbûna xwe jihevkariya komên siyasî jibo damezirandina kabîneya li gorî dilê gel di pêşerojeke nêzik da diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Komên siyasî yên Iraqê jibo damezirandina Kabîneya dewletê hevkarî dikin

Mistefa El Kazimî, Memûrê damezirandina Kabîneya dewleta Iraqê razîbûna xwe jihevkariya komên siyasî jibo damezirandina kabîneya li gorî dilê gel di pêşerojeke nêzik da diyar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ofîsa ragihandinê ya Mistefa El Kazimî, Memûrê damezirandina Kabîneya dewleta Iraqê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku El Kazimî şêwirînên xwe jibo damezirandina dewleta nû di atmosfereke erênî bi hevkariya komên siyasî û civakî ra û li gorî nêrînên xwe didomîne.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Di rojên bihurî da hin hevdîtin û şêwirîn pêk hatin û di van hevdîtinan da, El Kazimî li ser vîna xwe jibo raberkirina bernameyên Kabîneyê û damezirandina dewleta nû ya Iraqê di dema herî nêzik da pêgirî kir.

El Kazimî her wiha di hevdîtina digel Cenîn Hênîs Plasxartê, (Jeanine Hennis Plasschaert), Nûnera taybet a Sêkritirê giştî yê NY li karên Iraqê da, derbarê mijarên têkildarî damezirandina kabîneyê û hewildanên jibo têkoşîna dijî Koronayê û dewama hevkarî û hevahengiya navbera Iraqê û NY gotûbêj kir.

Nûnera taybet a Sêktrêtirê giştî yê NY li Iraqê jî li ser piştevaniya ji hewildanên El Kazimî jibo damezirandina kabîneya nû bi saya tifaqa neteweyî û meyl û meraqa jibo zêdekirina hevkaeriyê pêgirî kir.

Piştî devberdana Ednan Zurfî ji damezirandina kabîneya Iraqê, Berhem Salih serokomarê vî welatî roja Pêncşemiyê, 9ê Nîsanê, Mistefa El Kazimî wek Memûrê damezirandina Kabîneya dewleta Iraqê  da nasandin.

El Kazimî mehekê derfet heye ku kabîneya xwe jibo wergirtina dengê baweriyê, bo Parlimana vî welatî bide nasandin.