Li Iraqê 39 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314851-li_iraqê_39_kesên_din_bi_vîrûsa_koronayê_ketine
Wezareta Tendirustîya Iraqê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 39 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 03:34 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 39 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine

Wezareta Tendirustîya Iraqê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 39 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustîya Iraqê,  “Di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 39 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine, 12 li Bexda, 2 li Necef, 1 li Silêmaniyê, 2 li Kerbela, 9 li Besra, 3 li Wasit, 2 li Musenna, 3 li Zîqar û 5 jî li Kerkûkê bi Vîrûsa Koronayê ketine.”

Wezareta Tendirustîya Iraqê ragihandiye ku her di 24 demjimêrên borî de li Bexda û Silêmaniyê 2 kesan bi Vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û li Bexda, Necef, Hewlêr, Besra, Musenna, Neynewa û Babilê 51 tûşbûyiyên bi wê vîrûsê ketibûn baş bûne.

Wezareta Tendirûstîya Iraqê eşkere kir ku heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê hezar û 318 kes bi Vîrûsa Koronayê ketine, 601 ji wan baş bûne û 72 kesên bi wê vîrusê jî ketibûn canê xwe ji dest dane.