Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê derbarê sistiya derhqê dewama hebûna Amerîkayê hişyarî da
Serokê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê derbarê hebûna hêzên amerîkî li du baregehên Eyn Esed û Herîrê li Herêma Kurdistanê hişyarî da.
Msihemed Riza, Serokê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê hebûna hêzên amerîkî li du baregehên Eyn Esed û Herîrê gumanbar da zanîn û got: Têkilliya Amerîkarê tev Iraqê divê bi rêzdarî be.
Wî veguhestina pergala Patriyota Amerîkayê bo baregeha leşkerî ya Eyn Esedê nîşana dirêjbûna mayîna hêzênn amerîkî li Iraqê da zanîn û ragihnd: Ev karê Waşîngtonê ya binpêkirina hakimiyeta Iraqê bûye sebeb ku dewlet hemî lihevkirinên xwe tev Amerîkayê bide ber venihêrînê.
Serokê Komîsiyona Ewlehiyê ya Parlimana Iraqê bi gotina vêya ku DAIŞ bi alîkariya Amerîkayê derbasî Iraqê bû, got: Eger pêşwazî û piştevaniya hin kesayetiyên siyasî ji hebûna Amerîkayê li axa Iraqê were domandin, gelê berxwedêr ê Iraqê dê derketina hêzên Amerîkayê ji welêt bigehîne encamê.