Eskerên amerîkî ji serbazgeha Ebûxureybê derketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314697-eskerên_amerîkî_ji_serbazgeha_ebûxureybê_derketin
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku leşkerên Hevalbendîya Navnetewî Dijî DAIŞ’ê bi serkirdetîya Amerîkayê ji serbazgeha Ebûxureybê li bakura Bexdayê derketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Eskerên amerîkî ji serbazgeha Ebûxureybê derketin

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku leşkerên Hevalbendîya Navnetewî Dijî DAIŞ’ê bi serkirdetîya Amerîkayê ji serbazgeha Ebûxureybê li bakura Bexdayê derketin.

Ligorî rapora Kanala Rusia Al Yawmê, piştî vekişîna tam a leşkerên Hevalbendîya Navnetewî Dijî DAIŞ’ê bi serkirdetîya Amerîkayê ji serbazgeha Ebûxureybê, ew leşkergeha dê bikeve destê hêzên iraqî.

Roja Şemîyê jî hêzên amerîkî ji serbazgeha Hebanîyê li parêzgeha Al Anbarê vekişîyan û ew radestî hêzên iraqî kirin.

Hin çavkanîyên nûçan dibêjin ku hêzên amerîkî ji tirsa êrişên berdewam ên ser baregehên xwe li Iraqê ji wan vedikişin.