Amerîkayê binkeya Geyareyê radestî Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314692-amerîkayê_binkeya_geyareyê_radestî_iraqê_kir
Amerîkayê binkeya leşkerî ya Geyare radestî hêzên Iraqê kir û bi protokoleke fermî ew binke hate radestkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2020 10:40 Asia/Tehran
  • Amerîkayê binkeya Geyareyê radestî Iraqê kir

Amerîkayê binkeya leşkerî ya Geyare radestî hêzên Iraqê kir û bi protokoleke fermî ew binke hate radestkirin.

Hevpeymaniya Navdewletî dibêje ku ew bi şêweyekî demkî, bi sedan serbazên xwe ji Iraqê vedikişînin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ ragihandiye, wan bi mebesta xweparastina ji Koronayê ev biryar daye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ yaa bi serkêşiya Amerîkayê got, di çarçoveya wan rêkaran de binkeyên xwe radestî Wezareta Bergiriyê ya Iraqê kirine.

Berî niha Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku ew dê hejmarek binkeyên xwe yên li Iraqê radestî Wezareta Bergiriyê ya wî welatî bikin.

Ev duyemîn serbazgeh e ku di heyama 2 mehên bihorî de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jê vekişiyane, berî niha Amerîka serbazgeya Qaim li naverasta Iraqê radestî artêşa Iraqê kiribû. 

Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê 8 binke hene ku 3 ji wan li Herêma Kurdistanê ne û 5 jî li Iraqê ne.