Ednan Zurfî: Em alîkariyên Îranê bo Irqê ji bîr nakin
Nîsan 06, 2020 02:59 Asia/Tehran
Serokwezîrê rasipartî yê Iraqê destnîşan kir ku welatê wî alîkariyên Têhranê bo Bexdayê dê ji bîr neke.
Li gorî rapora Sputnikê, Ednan Zurfî serokwezîrê rasipartî yê Iraqê tevî pêgiriya li ser vêya ku Îran welatekî cînar û dost e, got ku Têhran gellek alîkarî dane Bexdayê; emê van alîkariyan ji bîr nekin.
Ednan Zurfî tevî pêgiriya alîkariya Îranê bo Iraqê di têkoşîna dijî DAIŞê da got: Ez Komara Îslamî ya Îranê jibo sermiyandanîna li Iraqê vedixwînim.
Wî destnîşaan kir: Ezê bala xwe bidime ser abûrê û giştan dilniya û piştrast dikim ku ez dikarim alûgorên abûrî pêk bînim û Iraqê ji pevçûnan dûr bikim.