Hevalbendiya Fath: Damezrandina sîstema Patriot li Iraqê piştgiriya ji ewlehiya Rejîma Siyonîstî ye
Nûnerê hevalbendiya Fathê li parlemana Iraqê damezrandina sîstema patriota Emerîkayê li Iraqê rexne kir û raghand armanca Waşengtonê, piştgiriya ji ewlehiya Rejîma Siyonîstî ye.
Muhemed El-Beldawî, Nûnerê hevalbendiya Fathê li parlemana Iraqê got armanca damezrandina sîstema patiotê li Iraqê, tu peywendiya xwe bi îdiayên Waşengtonê li bara piştgiriya ji hêzên xwe li welatê me tine.
Wî destnîşan kir ku damezrandina vê sîstemê bêyî hevahengiya bi dewletê re û dijî pêşnumaya parlemana iraqê derheq derxistina eskerên emerîkî ji axa vî welatî cih hatiye.
Emerîkayê heftiya buhurî sîstema berevaniya mûşekî ya patiotê li meqera xwe ya eskerî li Hewlêrê û meqera Eyn Esedê li parêzgeha Enbara Iraqê damezrand.
Li gor nûçeye din ji Iraqê, fermandetiya artêşa Iraqê li Bexdayê li bara destpêbûna operasyona şopandin û jinavbirina endamên kom atreorîstî ya DAIŞê li bakurê Bexdayê aghaî da.
Dayira îstxibarat eskerî ya Iraqê şemiyê şev li bara girtina şaneyên nepenî yên DAIŞê ji wan çar endaman bi serkirdetiya terorîstê nasiyar bi Ebû Cehnem li Teleferê li parzêgeha Neynewayê aghaî da.