DAIŞê li Xaneqînê êrîşî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê kir
Terorîstên DAIŞê li du navçeyên Xaneqînê êrişî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kir.
Li bajarê Xaneqînê saet 21.00ê şeva derbasbûyî, çekdarên DAIŞê bombeyek di nav artêşa Iraqê de teqand û li Neftxaneyê jî êrişî lîwayeke Heşda Şeibî kir.
Raîd Celîl Fayeq, yek ji fermandarên hêzên Pêşmerge,ragihand ku çekdarên DAIŞê li sînorê Pira Helwan li nêzikî gundê Qaye li Xaneqînê, bombeyek bi erebeyeke hêzên artêşa Iraqê ve teqand û diyar kir ku di encamê de serbazekê canê xwe ji dest da û 4 serbaz jî birîndar bûn.
Li aliyê din terorîstên DAIŞê li sînorê Nextxaneyê êrişî lîwaya yek a Heşda şeibî kirin.
Raîd Ekrem Delo, efserê xanenişînkirî amaje bi wê kir, “DAIŞê bi çekên qenase êriş bire ser lîwaya yek a Heşda Şeibî li rojavayê Neftxane” û diyar kir ku çendekê wî şerî berdewam kiriye.
Raîd Ekrem aşkere kir ku sibeya heman rojê, bombeyek bi wesayîteke heman lîwayê de teqiya û di encamê de 2 hêzên Heşda Şeibî birîndar bûn.